Sereke
Şêwirmendê serekwezîr: Îraq li ser girafîka derxistina eskerê ŞAY dixebite
Şêwrimendê serekwezîrê Îraqê Husêyn Elewî gotîye, wekî hukumata Îraqê li ser wê yekê dixebite, ku girafîka kurtkirina leşkerên amêrîkîye nava koalîsîyona navnetewîda bê îzbatkirinê.
“Destpêbûna êtapa dîyaloga îraqîya-amêrîkîyaye sêem, bona hukumata Îraqê û admînîstrasîya Baydênê serok açixîye û ewê piştgirîyê bide dêmokratîyayê û dijî têrorîzmê şerke”,- Elewî gotîye. Van axirîya Waşîngtonê ji hukumata Îraqê elametîya fermî stendibû, ku hevraxeberdanên nû destpêkin, girêdayî derxistina leşkerên amêrîkîra. Ştatên Yekbûyî ew yek îzbat kirîye û daye dîyarkirinê, wekî meha nîsanêda hevraxeberdan wê destpêbin.