Sereke

Wezîra saxlemîxweykirinê: pêşerojêda ji Rûsîyayê vaksîna koronavîrûsêye “Sputnik V” bê Ermenîstanê

Pêşerojêda ji Rûsîyayê vaksîna koronavîrûsêye “Sputnik V” bê Ermenîstanê. Derheqa wê yekêda wezîra Ermenîstanye saxlemîxweykirinê Anahît Hovhannîsyanê li parlamêntê gotîye. Bi gotina wê, li Ermenîstanê 3OO meriv cara duem nexweş ketine, lê wê yekê gerekê lêkolînkin, bona ku îzbatbe, ku gilî derheqa wê yekêdane, yan na.Wezîrê daye dîyarkirinê, wekî tevî Rûsîyayê pevketin heye û zûtirekê ji Rûsîyayê wê vaksîna ” Sputnik V” bê Ermenîstanê. Niha vaksînayê didine wan komên meriva, yên ku bin rîskêdanin. Nêzîkî 6OO merivî îdî ew vaksîna stendine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button