Sereke

Azêrîya dêra ermenîyaye sedsala 19-a xirab kirine /vîdêyo/

Leşkerên azêrîya dêra ermenîya xirab kirine, eşkere dêrê nîşan didin û zanin, wekî dêr ya ermenîyaye. Derheqa wê yekêda parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan elam kirîye û vîdêyo belav kirîye.
“Vîdêyoyêda leşkerên azêrî /li ser kincên kîjana beyraqa tirka tê kifşê/ dêra ermenî xirab dikin û bi zelal zanin, wekî dêr ya ermenîyaye.Vîdêyoyêda ewana dibêjin:
Hetanî ketina li dêrê: “Werin em bikevine dêra wan, li kîderê min îdî dua kirîye”.
Piştî ketina dêrê:” Eva ya ermenîyaye, her tişt li vir ya ermenîyaye, me ew parçe kirîye”.
Eva kirina hiznekirinêye êtnîkî û olîye. Gilî ne tenê derheqa bûyerekêdane, lê eva li Adirbêcanê encama hiznekirin û dijminatîya salaye, kîjan hetanî roja îroyîn berdewam dibe.
Evê yekê parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv wê raberî organên navnetewî bike û bide kifşê, wekî li Arsaxê dijî ermenîya sala 2O2O-î mehên îlon-mijdarê sîyasîya paqijkirina êtnîkî û komkyjî bûye”,- parêzerê mafê mêriv nivîsîye.

https://www.youtube.com/watch?v=m_lbK5coyh0
Zêdetir nîşan bide
Back to top button