Sereke

Rûsîya tevî Ermenîstanê berdewam dike çawa hevalkara stratêcî bimîne : wezîrê karên der

Rûsîya tevî Ermenîstanê berdewam dike çawa hevalkara stratêcî bimîne. Derheqa wê yekêda wextê civîna hukumatêye hevkarîya derda, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan elam kirîye.
“Em rola Rûsîyayê qîmet dikin, çimkî şer bi saya Rûsîyayê hate sekinandinê.Dibek ew ji geleka xweş nayê, lê wekî din halê cûrekî mayînbûya”,- wezîr got.
Ayvazyan usa jî da kifşê, wan fikirara qayîl nîne, wekî Ermenîstan û sîaysîya wêye der Rûsîyayêva girêdayîne.
Bi gotina wî, wê demê ne tenê Rûsîyayê dicêriband şêr bidine sekinandinê, lê usa jî Fransîyayê û Ştatên Amêrîkayê Yekbûyî. Lê çima ew nebû, bi gotina wezîr, ew hewcê analîzkirinêye.
Bona hevkarîyên rûsa-tirka, wezîr da kifşê, wekî Ermenîstan dîna xwe dide wan şuxulkarîya û gumane, wekî pêwîstbe Rûsîyayê çawa garanta Ermenîstanêye stratêcî borcdaryên xwe biqedîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button