Sereke

Roja rasthatina Paşînyan-Pûtîn eyane

7-ê nîsanê li Moskvayê rasthatina serekwezîrê Ermenîsîanê Nîkol Paşînyan û serokê Fêdêrasîya Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîne bi sirê wê derbazbe.Wextê qisa tevî Sputnik Armênîyayê berdevka serekwezîr Manê Gêvorgyanê elam kirîye.
“Pevketina rasthatina serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtînra girêdayî, serekwezîr Nîkol Paşînyan îroda ji malê dixebite “- ewê got.
Xêncî rasthatinên şexsî û teşkîldarîyên civakî, Nîkol Paşînyan bi rojeva plankirî dixebite.
Em bidine kifşê, wekî Nîkol Paşînyan îro neçûbû pantêona leşkrîye “Yêrablûr”-ê.
Bîr bînin, wekî rasthatina serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîne tevî serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyane dawîyê, 11-ê kanûnê qewimîye, nava encamê rasthatina sêalîye Paşînyan-Pûtîn-Elîyêv, elametîya tevayî hate îmzekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button