Sereke

Bi tunekirina cîhên ermenîye pîroz, Adirbêcan cudatîyên xweye miletîyê dide kifşê: Arşak Xaçatryan

Dêra ermenî li teşkîletên navnetewî pirsa derheqa xirabkirina dêrên ermenîye li ser têrîtorîya Arsaxêye bin kontrola Adirbêcanêda bilind kirîye. Derheqa wê yekêda wekîlê dêra Êcmîazînê Arşak Xaçatryan gotîye, wextê ku ewî derheqa pirsa xirabkirina dêrên ermenîda xeberdaye.
“Bona me ew gav çawa yên nişkêva nînin.Em sîyasîya Adirbêcanêye dewletê ji nûva nas nakin. Xirabkirina kevirxaçên li Nexçêvanê hema mesela wê yekêye. Dêra ermenî li teşkîletên navnetewîye cuda-cuda dicêribîne garantîyayên bêqezîyabûnê bona xweykirina heykelên ermenîye çand-dîrokî bistîne.Ew heykel bin qezîyayêdanin”,-ewî gotîye. Bi xeberdana derheqa dêra Şûşîyêda, wekî azêrîya qirar kirîye ku wê dêrê werguhêzî merkeza çandî bikin, Arşak Xaçatryan gotîye, wekî ew yek encamê sîyasîya Adirbêcanêye miletîyêye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî ewê bicêribînin hemû tiştên ermenîye çandî û dîrokî bidine tunekirinê û paşê wê yekê çawa tiştên tirkî yan îslamî raberkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button