Sereke

Em rastî pêla nexweşîya koronavîrûsêye sêem hatine: wezîr

Serokatîyên merkezên doxtirîyêye li qezayên Ermenîstanê li wezîreta saxlemîxweykirinê rastî Anahît Avanêsyana wezîr hatine. Menîya hevdîtinê şuxulkarîya xebitandina vaksîna koronavîrûsê bûye.Wezîrê derheqa halê nexweşîya koronavîrûsê xeberdaye. Pirsên derheqa belavkirina vaksînayêda hatine gotûbêjkirinê û girêdayî wê yekêra pêşnîyar hatine kirinê. Nava doranên wan axaftinada, cîgira serokê merkeza Ermenîstanêye kontrolkirin û îzinnedayîna nexweşîya Gayanê Sahakyanê derheqa kirinên pêşrojêda raber kirîye.Nava axaftina xweda wezîra saxlemîxweykirinê daye dîyarkirinê, wekî pêla nexweşîyêye sêem pêşda hatîye û bo wê yekê jî pêwîste ku derheqa vaksînayêda raberî civakê bikin.Ewê daye dîyarkirinê, wekî bi vî cûreyî wê bikaribin paşda vegerine ser jîyana sade.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button