Sereke

Girêdayî pirsa paşdavegerandina dîlên ermenîra, parêzerê mafên mêriv berbirî komîtêya Şêwira Avropayêye wezîra bûye

Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan elametî belav kirîye û daye dîyarkirinê,wekî girêdayî paşdavenegerandina dîlara, yên ku li Adirbêcanê bi neqanûnî tên xweykirinê, berbirî komîtêya Şêwira Avropayêye wezîra bûye.
9-ê adara sala 2O21-ê, mehkema Avropayêye mafên mêriv berbirî komîtêya wezîra bûye û daye dîyarkirinê, wekî hukumata Adirbêcanê wedê mehkemêye qirarkirî xweyî nake û înformasîyayên anegor nade.Nava elametîya parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêrivda hatîye dîyarkirinê, wekî tabîya serokatîya Adirbêcanê dewekarîyên navnetewî diteribîne, dîlên leşkerî çawa “têrorîst”, yan jî “dîvêrsant” raber dike.
Hemû qlixçîyên ermenîye leşkerî û merivên sîvîl nava qewilên dew-dozêda dîl ketine û bo wê yekê jî ew dîlin, ew gerekê lez bêne azaberdanê û paşda vegerine welatê xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button