Sereke

Pêşeroja Ermenîstanêye ênêrgêtîkî

Ji 15-ê gulanêda stansîya Ermenîstanêye atomî wê bi wedê 141 rojava nexebite. Nava byûcêya hevaltîya stansîya atomîda, dêfîsîta 19,7 mîlîard diramî heye. Hukumatê wê yekê bide kompênsasîyakirinê. Derheqa wê yekêda wextê civîna hukumata Ermenîstanê gotûbêjkirin derbaz bûye. Pirsa çêkirina stansîya atomîye nû wextê hevdîtina tevî serokê Rûsîyayê hatîye gotêbêjkirinê. Li rex wê yekê, li Ermenîstanê pêşezan pirsên derheqa stansîyayên modûlaye nûda gotûbêj dikin. Ermenîstan hêvîdare, wekî bi hevkarîya tevî Rûsîyayê li Ermenîstanê wê stansîya atomîye nû bê çêkirinê. Derheqa wê yekêda serekwezîrê Ermenîstanê wextê hevdîtina tevî serokê Rûsîyayê gotîye.Pêşezan didine zelalkirinê, wekî stansîya atomîye modûlê, ji çend modûla tê çêkirinê.Niha li dinîyayê wê pêşnîyarê pêşda dikişînin.Pêşezan gotûbêj dikin ku kîjan cûre wê bona Ermenîstanê kardarbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button