Sereke

Şedetîke wê yekê ku çawa têrorîst tevî şerê Arsaxê bûne: şerkarên ku birçî mane, aksîya şikyatkirinê derbaz kirine

Çekdarên koma têrorîstîye “Sulêyman şah”-ê, yên ku ji alîyê Adirbêcanêda dijî Arsaxê şer kirine, li Efrînê aksîya şikyatkirinê derbaz kirine û dew kirine ku miaşa wane sozdayî bidin, ya ku îdî serê çend mehaye ku nastînin. Hatîye dîyarkirinê, wekî ew fermandarê xwe Abû Hemşe gunehkar dikin, yê ku perên ji tirka stendî belav nekirîye, xwera hildaye. Kanala “Têlêgiramê”-da, çekdar dibêjin: “Em tevî dewleta tirka çûbûne Qerebagê. Şihîdên me hene. Abû Hemşeyê fermandar perên me û yên malbetên şihîda hildane.Perên xwerinê jî tunene. Em wê yekê qebûl nakin”,-çekdarek dibêje.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button