Sereke
Dê û bavên qulixçîyên azêrîye leşkerî, yên bêser-berate unda bûne, careke mayîn ji Paşînyan piştgirîyê hîvî dikin
Dayîkên wan leşkerên azêrî, yên ku wextê şerê dijî Arsaxê bêser-berate unda bûne, piştgirîyê ji Nîkol Paşînyanê serekwezîr hîvî dikin. Mecala prêssayêye “Înfotêka 24”-ê ragîhandîye,wekî dayîkên wan leşkera li ber avayê cîhê rûniştandina Elîyêvê serok protêsto kirine. Dê -bavên leşkerên undabûyî dewa hevdîtina tevî Îlham Elîyêv kirine. Dayîkekê daye dîyarkirinê, wekî eva îdî serê pênc mehaye ku tu behsek ji yazîya zarokên wan tune û ew alîkarîyê ji Ermenîstanê hîvî dikin.
Ewê hîvî kirîye ku Nîkol Paşînyanê serekwezîr zarokên wan bibîne, çimkî li Adirbêcanê tu kes bersiva hîvîkirinên wan nade.