Sereke

Adirbêcan tabîya xweye çawa merkeza qebûlnekirinê û hizknekirinêye hemdinîyayî îzbat dike: wezîreta Ermenîstanêye karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der elametî belav kirîye, ya ku derheqa vekirina wa gotî “parka” li Bekûyê vekirîdaye.
“12-ê nîsanê, bi tevbûna serokê Adirbêcanê, li Bekûyê “parka” pêşkêşî şerê Arsaxê hatîye vekirinê, li kîderê tevî têknîka ermenîye leşkerî, manêkênên qulixçîyên ermenîye leşkerî hatine nîşandayînê. Vekirina wê “parkê” û xeberdana serokê Adirbêcanê didine kifşê, wekî ew yek bona nuxsankirina bîranîna cangorîyaye wextê şêre.
Wî çaxî, dema ku hê gelek dîlên leşkerî li Adirbêcanê hene, bi wî cûreyî Adirbêcan tabîya xweye çawa merkeza qebûlnekirinê û hiznekirinêye hemdinîyayî îzbat dike.
Ji alîkîva serokê Adirbêcanê dide dîyarkirinê, wekî alîyê ermenîya dikare rêvanşê mîyaserke, ji alîkî mayînva jî hiznekirina hindava milet dide kifşê.Gavên vî cûreyî didine kifşê, wekî bi çiqasîva serokatîya Adirbêcanê ji aşîtîya herêmê û ji elametîyên derheqa li hevhatinê dûre”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button