Sereke

Rojnamevanên navnetewî bi acizî bersiva vekirina “parka” li Adirbêcanê dane

“Parka” li Bekûyê vekirî wê nexweşîyê îzbat dike, bi kîjanê barbar dizêrin. Elîyêvê ku li ser cinyazara digere, hînî tunekirinê bûye. “Dinîya sîvîlîzasîyon” bersiva wê barbarîyê nedaye û tenê bi acizî lê dinihêre.
“Ez îdî Twittêrêda têma Ermenîstanê û Adirbêcanê şirove nakim, lê ew yek bi rastî acizîye. Agirkirin sekinîne, lê wa gotî fikirdarîya serkevtinê anegorî nuxsankirina alîyê mayîne”,- Tomas Dê Vaal gotîye.
“Tiştê ecêbmayînê nîne wekî awqas leşkerên azêrîya xirabkarîyên xweye leşkerî îzbat kirine.Ev yek bi dereca dewletê tê piştgirtinê”,- Lîndsî Snêla rojnamevan gotîye.
“Dîna xwe bidinê, ku ewên ku serkeftine çi cûreyîne, ew xirabkarên şêrin. Serokê Adirbêcanê Elîyêv li Bekûyê “parka” bona şabûna xwe çêkirîye, ji kîjanê medê mêriv li hev dikeve”,- rêjîsîyorê alman û mafparêz Dyûnêz Têkkal gotîye. Dîsa gelek şirovekirinên wî cûreyî hene.
Şêwira Avropayê û ŞAY derheqa vê yekêda bersiva fermî nedane. Gelo nêzîkbûna Moskvayêye hindava vê yekêda çi cûreîye, ew yek eyan nîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button