Sereke

Serekwezîrê Kurdistanê bangî koalîsîyona navnetewî kirîye ku derheqa qezîya DAÎŞ-da îzbatkin

Piştî girtina koma têrorîstên DAÎŞ-ye li Kurdistanê, li Hewlêrê Mesrûr Barzanîyê serekwezîr bangî koalîsîyona navnetewî kirîye ku xwe mikur bên wekî qezîya ji alîyê DAÎŞ-da heye.
“Hêzên meye bêqezîyabûnê bi açixî gava têrorîstîye li Hewlêrê dane sekinandinê. Koma ku ji Sûrîyayê dihate serkarîkirinê, hatîye lîkvîdasîyakirinê û endamên wê niha girtîne”,-Barzanî Twittêrêda nivisîye. Nava vîdêyoya kişandîda, koma ji pênc endamên DAÎŞ-ê xwe mikur hatine ku wana gerekê şuxulkarîya têrorîstî li Hewlêrê mîyaser bikirana. Ji wana du meriv ji Sûrîyayê derbazî Tirkîyayê kirine û paşê ew Îranêra derbazî Kurdistanê bûne.
“Ez bi kûrayî nerihetim, wekî cesûsîya me dide kifşê, ku DAÎŞ li qampa “Al Xolê” dişuxule û ew hê dikarin sînorra derbazbin”,- Barzanîyê serekwezîr gotîye. ” Ez bangî koalîsîyona navnetewî û hevkarê me dikim, ku xwe mikur bên wekî ev qezîya hê heye”,- Barzanî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button