Sereke

Nava deh rojên dawîya nîsanêda serekwezîrê erza derheqa dûrketina ji qulixê raberke

Nîkol Paşînyanê serekwezîr elam kirîye, wekî ew hazir dibe nava deh rojên nîsanêye dawîda, erza derheqa dûrketina ji qulixê raberke bona ku 2O-ê hezîranê hilbijartinên parlamêntîyêye ji sirêder derbazkin.
“Ez hazir dibim dawîya meha nîsanê ji qulixê dûrkevim û piştî wê yekê bona ku qanûn bêne parastinê, roja hevta wê hilbijartinên serekwezîr derbazbin û ezê ji alîyê fraksîya “Gava min”-da çawa serekwezîr bême pêşnîyarkirinê, çimkî konstîtûsîya borcdar dike ku kandîdatê serekwezîr hebe. Fraksîyayên mayîn wê kandîdatê serekwezîr pêşda nekişînin, lê fraksîya “Gava min” wê min nebijêre. Cara duem ezê ji alîyê yek sêanîya fraksîyayêda bême pêşnîyarkirinê û careke mayîn ezê neyême hilbijartinê.Wî çaxî, anegorî qanûnê, parlamêntê bê belavkirinê û piştî wê yekê hilbijartinên ji sirêder wê bêne kifşkirinê”,- serekwezîr gotîye.
Paşînyan daye dîyarkirinê, ku heger ewên ku ji pevketinên sîyasî dûrkevin, wî çaxî ewê bibe xwekuştina sîyasî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button