Sereke

Banka Avrasîyayêye pêşdaçûyînê hazire çêkirina vaksîyna “Sputnik V”-ye li Ermenîstanê bide fînansekirinê

Banka Avrasîyayêye pêşdaçûyînê hazire pirsa fînansekirina projeya li Ermenîstanê çêkirina vaksîna Sputnik V gotûbêj bike. Derheqa wê yekêda sedirê îdara bankê Nîkolay Podgûzov elam kirîye.
Ev proje ne tenê nava qewilên nihada girînge, lê ew usa jî ya întêgrasîyone, ew derbazkirina têknolocîyên bilinde li welatên tevbûyî dide çareserkirinê”,- ewî gotîye.Diha pêşda cîgirê serokê sîyasîya komîsîya Avrasîyayêye êkonomîkî Tîgran Harûtyûnyan gotibû, wekî hevraxeberdanên aktîv derbaz dibin ku li Ermenîstanê û Qirqizstanê destbi çêkirina vaksîna Sputnik V bikin. Sedirê komîsîya pirsên saxlemîxweykirinê û sosîyalî Narêk Zêynalyan jî gotibû, wekî diha gelekî dest dide Sputnik V bikirin, ne ku li Ermenîstanê çêkin.Paşê wezîra Ermenîsanêye saxlemîxweykirinê Anahît Avanêsyanê got, wekî Ermenîstan ji meremê çêkirina vaksîna rûsî paşda nesekinîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button