Sereke

Meremê Adirbêcanê ewe, ku ermenîya ji welatê wanî dîrokî bidine derxistinê

Adirbêcanê dîsa mêtodên têrorkirina binelîyên Arsaxê bide xebatê. Derheqa wê yekêda wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan gotîye, wextê ku ewî bersiva wê pirsê daye, anegorî kîjanê pirs hatibû dayînê girêdayî wê yekêra, ku azêrî kevira diavêjine ser transporta ermenî û û berbi gundîya.
“Civaka navnetewî derheqa bûyarên derbazbûyîda haj pê heye. Em gerekê fem bikin, wekî Adirbêcanê mêtodên wî cûreyî bide xebatê. Ew yek ji alîyê fînansîda tiştê arzanin, pêwîstî tune, ku dirona, tanka bidine xebatê. Merem ewe, ku ermenîya ji Arsaxê bidine derxistinê. Mêtodên wî cûreyî meriva didine tirsandinê.Xêncî wê yekê ew yek bona Adirbêcanê hêsaye.Ewê bêjin, ku ew yek ne bi dereca dewletêye, merivên bêaqil ew yek kirîye yan jî merivê wî leşkerîye, yê ku şêrda hatîye kuştinê. Bi vê yekê dewleta azêrîya ji zona cabdarîyê derdikeve. Em gerekê vê yekê fem bikin û hemû tiştî bikin ku teslîmî provokasîya nebin. Em azêrîya baş nas dikin. Diqewime kesek wana nas nake û Elîyêv himberî Mona Lîzayê dike, lê em diha baş nas dikin”,-wezîrê karên der gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button