Sereke

Elametîya wî cûreyî zirarê dide aşîtîya li herêmê: wezîreta Ermenîstanêye karên der bersiva Elîyêv daye

Berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anna Nagdalyanê bersiva elametîya serokê Adirbêcanêyeye “Piştî 1O1 sala vegerine li Zangêzûrê” daye.
“Gefên serokê Adirbecanêye himberî yektîya têrîtorîyayên Ermenîstanê, gunehkar dikin.Elametîyên wî cûreyî zyanê didine qewînbûn û aşîtîya li herêmê. Ewana aşîtî û lihevhatina demên Adirbêcanêye dawî eşkere dikin.
Gefên wî cûreyî pêşîya salvegera komkujîya Ermenî tên kirinê û armanca wan heye tevî cimeta ermenî ji tabîyên qewatê xeberdin.
Em hertim tevî hevalkarên xweye stratêcî nava heleqetîyadanin, usa jî tevî hevalkarên xweye li Qafqasîya Başûr.
Ermenîstanê bicêribîne hemû mecala bide xebatê bo parastina serwêrî û yektîya têrîtorîya xwe”.
Em bîr bînin, wekî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv elam kiribû, wekî çêkirina sivdera Zangêzûrê bi temamî anegorî berjewandîyên dîrokî û pêşeroja Adirbêcanêye.
“Emê pêşdanîna mîyaserkirina sivdera Zangêzûrê mîyaserkin, herkê Ermenîstanê ewê bixweze yan na. Herkê Ermenîstan bixweze, ewê hêsa bê çareserkirinê, herkê nexweze, emê bi qewatê safîkin”,- Elîyêv gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button