Sereke

Hêzên Rûsîyayêye hewê nêzîkî 2OO çekdarî li Sûrîyayê tune kirine

Teyarên hêzên Sûrîyayêye hewê derb gîhandine baza çekdaraye li bakûr-rohilata Palmîrayê, li kîderê ew baza veşartî bûye. Derheqa wê yekêda serokê merkeza Rûsîyayêye li Sûrîyayê kontr-admîral Alêksandr Karpov gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî li bakûr-rohilatê Palmîrayê çekdara baza veşartî çêkiribûn, li kîderê komên çekdara bona kirinên têrorîstîye li nehîyên welête cuda-cuda hazir dikirin. Piştî stendina wê înformasîyonê, hêzên Rûsîyayêye hewê derb gîhandine wan cîha. Karpov usa jî serda zêde kirîye, wekî du cîhên xweveşartinê hatine tunekirinê, nêzîkî 2OO çedarî hatine kuştinê, 24 pîkapên bi sîlihên mezin û usa jî 5OO kîlogiram matêrîyalên teqandinê hatine tunekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button