Sereke

Piştî erza ji qulixê dûrketinê, Nîkol Paşînyanê borcbirê serekwezîrbe:Yêgoyan

Piştî erza derheqa ji qulixê derketinê, Nîkol Paşînyanê çawa borcbirê serekwezîrbe. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê ji fraksîya “Gava min” Arman Yêgoyan gotîye, dema ku rojnamevan pirs daye ku qanûn îzinê dide wekî wextê dûrketina serekwezîr, cîgirê serekwezîr bibe borcbirê wê qulixê.
Ewî bîr anîye,wekî serekwezîr gotîye, ku ewê erza derheqa derketina ji qulixa serekwezîr, wê nava deh rojên dawîya nîsanêda raberke, lê parlamêntvan roja konkrêt nikare bêje. Parlamêntvan usa jî gotîye, wekî ew pirs jî tê gotûbêjkirinê, ku gelo “Peymana welatvînîyê” wê bi koalîsîyonê tevî bijartinabe, yan bi formata partîya? Qirara dawî hê tune. “Piştî dayîna erzê, Nîkol Paşînyanê serekwezîr wê borcdarîyên serekwezîr biqedîne”,-Yêgoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button