Sereke

Waşîngtonê elamî Enqerê kirîye, wekî Tirkîya ji progirama teyarên leşkerîye F-35 hatîye derxistinê

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bi fermî elamî Tirkîyayê kirîye, wekî ew ji progirama teyarên leşkerîye F-35 hatîye derxistinê. Waşîngtonê Tirkîya ji sala 2O19-a ji wê progiramê derxistîye, dema ku Tirkîyayê komplêksên Rûsîyayêye rokêtaye C-4OO kirîn, yên ku bona sîstêma Ştatên Yekbûîye bêqezîyabûnê û NATO-ê qezîyayê raber dikin. Kampanîyayên tirka parçên bona teyarê çê dikin, nenihêrî wê yekê,wekî welat ji progiramê hatîye derxistinê û meha kanûnêda jî dijî senaya tirkaye leşkerî sanksîya hatine pêşdakişandinê. Waşîngtonê qayîlnivîsara nû tevî heyşt alîyên başqe îmze kirîye. Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, Brîtanîya Mezin, Îtalîya, Nîdêrland, Kanada, Avstralîya, Norvêc û Danîyayê mêmorandûma nû bona wê progiramê îmze kirine. Tirkîyayê têra dîtibû sed teyarên F-35 bikire, lê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî piştî çêkirina çar teyara Tirkîya ji progiramê da derxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button