Sereke

Êstûkyan: “Ermenîstan gerekê qewilên Tirkîyayêye bona vekirina sînor înkarke”

Ermenihaber.am-ê- pêşîya 24-ê nîsanê tevî rêdaktorê “Akos”-ê Bagrat Êstûkyan hevpeyvîn derbaz kirîye.
-Pêşîya 24-ê nîsanê, Ermenîstan dikare ji Tirkîyayê hîvîya çibe?
-Piştî şerê Arsaxê nava sîyasîya Tirkîyayêda cedandin nayêne dîtinê, ku ew dixweze heleqetîyên tevî Ermenîstanê bide normalkirinê. Êmbargoya dijî Ermenîstanê berdewam dibe. Bi hesabhildana tevbûna tevî şêr, bi dironên derbgîhandinê û komên cîhadîstaye ji Rojhilata Navîn, Ermenîstan nikare ji Tirkîyayê hîvîya tiştekîbe.
-Bi hesabhildana bûyarên gêopolîtîkî û herêmî diqewime nava xeberdanên Tirkîyayêye nevsên fermî guhartin hebin?
-Nava salên dawîda Tirkîya sîyasîya usa mîyaser dike, ya ku bona cêrge welatên herêmê qezîyayê raber dike. Nava 3O-î salên dawîda Tirkîya dicedîne ku Ermenîstan ji hemû projeyên mezin der bimîne, nava wanda usa jî projeya nefta Kaspîyê. Enqerê mecal stend, ku anegorî qayîlnivîsara 1O-ê mijdara sala 2O2O-î, tevî Adirbêcanê tevgirêdanê îzbatke.Nava qewilên vî cûreyîda axaftinên Êrdogan û Baxçêlîye hindava Ermenîstanêda heger guhartin hebin, ewê dijî berjewandîyên sîyasîye hundurbin.
-Gelo diqewime bona vekirina sînorê ermenîya-tirka, Tirkîya bi elametîyava pêşda bê,yan jî qewilên nû pêşda bikişîne?
-Bi qirara Tirkîyayê sînorê ermenîya-tirka bi yekalî hatîye girtinê.Nava pirsa vekirina sînorda tu pirseke bona axaftina tevî Ermenîstanê nikare hebe. Çi ku ew pêşda bikişînin, gerekê ji alîyê Ermenîstanêd bê înarkirinê.
-Piştî hilbijartina Co Baydên, ew hetanî roja îroyîn tevî Êrdogan ne bi têlefonê xeberdane, ne jî rastî hevdu hatine. Bi hesabhildana sertbûna di navbera Tirkîyayê û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîda, hûn çi difikirin, Baydênê nava axaftina xweye 24-ê nîsanêda xebera “komkujî” bide xebatê?

-Nava dorana heleqetîyên Tirkîyayê û ŞAY-da ew pirs pêşda hatîye ku Baydênê xebera komkujî bide xebatê, yan na. Çawa ku eyane, Tirkîyayê rokêtên C -4OO ji Rûsîyayê kirîne û bo wê yekê heleqetîyên ŞAY û Tirkîyayê sertin. 22-ê nîsanê jî ŞAY elamkir, wekî Tirkîya bi fermî ji progirama teyrên F-35 der maye. Heger nava vî halîda Baydên xebera komkujî bide xebatê,wî çaxî dîsa derbekê bighîje Tirkîyayê.
Yan jî diqewime Baydên nexweze wê xeberê bide xebatê, bona ku derîyê dîyalogê bê vekirinê. Bi vî cûreyî bûyara dîrokî, ya cimeta ermenî wê werguhêzî berjewandîyên welatên bîyanî bibe û ew yek bona temamîya ermenîya halekî nuxsankirinêye.
-Bi tomerîkirina halê niha, hûn çi tiştî çawa yê girîng hesab dikin?
-Salvegera komkujîyêye 1O6-a li rex şuxulkarîya kontrolkirina meye hindava karebûn meye nava pirsa dewletêdaye.Çanda ermenîye bi hezara sala piştî tunebûna dewletê, nava sedsala 2O-da sê cara cêribandîye dewletê sazke. Wedê niha bona me wedê cêribandinêye. Çawa welatekî biçûk û binelîyên kêmjimar, em gerekê nava xweykirina xweda bighîjine açixîyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button