Sereke

A. Grîgoryan: emê hemû tiştî bikin, ku topraxên Arsaxêye dagirkirî bi rîya dîplomatî paşda vegerînin

Tabîya mine prînsîpyal ewe, ku şêr ne ku çawa lec, lê çawa maraton lê binihêrin.Ez difikirim, wekî dîroka vî şerî, yê ku navê “44 roje” stendîye, ya dehsalîyaye. Wî alîda bona qîmetkirina encama lazime lêkolîna bi hûrgilî bê kirinê. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê, Armên Grîgoryan gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye, ku binketina li Qerebagê ya kêye û gelo alîyê ermenî dixweze tabîyên undakirî paşda vegerîne.
Çi ku derheqa topraxadane, bawarim hûn zanin wekî têrîtorîya qeza Qerebagêye otonom, bi sînorên xweva, ji alîyê civaka navnetewîd naskirîye û emê hemû tiştî bikin, ku bi rîya dîplomatî topraxên dagirkirî paşda vegerînin”,-ewî gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî hinek pêşezanên ku dibêjin hevkarî di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda van salên dawî tam nîbûne, şaşin. Grîgoryan gotîye, wekî bi lêkolînkirina heleqetîyên ermenîa-rûsa wê zelalbe, wekî nava van salên dawîda heleqetîyên Ermenîstanê û Rûsîyayê baş bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button