Sereke

Armên Grîgoryan: Rûsîya çawa tifaqdara meye stratêcî nava îşê parastina sînorên Ermenîstanêda rola girîng dilîze

Rûsîya çawa tifaqdara meye stratêcî nava îşê parastina sînorên Ermenîstanêda rola girîng dilîze. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî RÎA Novostîyê, sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyaûnê Armên Grîgoryan gotîye.
Bi gotina wî, borcdarîyên tifaqdarîyêye di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda mecala hevkarîya berfireh didin, çawa nava doranên Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîvda, usa jî bi formata dualî. “Hetanî niha em rastî tu sînorkirinên fermî nehatine, kîjan dikarin mîyaserkirina projeyên tevayî bidine sekinandinê. Heger em rastî dijwarîya bên, emê peymanên nû îmzekin, yan jî peymanên heyî dirêjkin. Çi ku derheqa parastina sînorên Ermenîstanêdane, Rûsîya, çawa tifaqdara meye stratêcî, roleke girîng dilîze û em bi hevra hevkarîyê mîyaser dikin”,- Grîgoryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button