Sereke

Cihêbûna boy xilazbûnê: Paşînyan û Makron derheqa Arsaxêda xeberdane

Nîkol Paşînyanê serekwezîr û serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron 24-ê nîsanê bi têlefonê axifîne.Derheqa wê yekêda qulixdarîya hukumatêye prêssayê ragîhandîye.
“Serekwezîr rola Fransîyayêye nava karê naskirina komkujîya Ermenîda bilind qîmet kirîye û daye dîyarkirinê wekî ew yek ji wan gavên girînge, ku pêşerojêda tragêdîyayên wî cûreyî diqewimin”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.
Serokê Fransîyayê derheqa piştgirîya xwe û cimeta Fransîyayêda elam kirîye. Ewî serda zêde kirîye, wekî Fransîyayê dîsa li rex cimeta ermenîbe, ku dijwarî bêne altkirinê.
Wextê axaftina bi têlefonê, Paşînyanê serekwezîr û Makronê serok derheqa halê li Qafqasîyayê sazbûyî xeberdane. Helkirina pirsgirêka Qerebagêye nava dorana hemsedirtîya koma Mînskêda hatîye gotûbêjkirinê. Serekwezîr daye dîyarkirinê, wekî ew helkirina pirsgirêkê nava prînsîpa “Cihêbûn boy xilazbûnê”-da dibîne.
Usa jî fikir dora heleqetîyên dualîda hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button