Sereke

Paşînyan û Pûtîn derheqa pêwîstîya mîyaserkirina xala derheqa dîlên leşkerîda girîng hesab kirine

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn pirsên elametîya 9-ê mijdarêye sêalî gotûbêj kirine û derheqa pêwîstîya mîyaserkirina pevguhartina dîlên leşkerîda girîng hesab kirine. Derheqa wê yekêda serekwezîrê Ermenîstanê û serokê Rûsîyayê wextê axaftina bi têlefonê dane dîyarkirinê. Nava elametîya ofîsa hukumata Ermenîstanêda hatîye gotinê: “24-ê nîsanê axaftina bi têlefonê, ya Nîkol Paşînyanê serekwezîr û serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn derbaz bûye. Tevbûyên axaftinê şuxulkarîya mîyaserkirina elametîya 9-ê mijdarê gotûbêj kirine û derheqa pêwîstîya mîyaserkirina xala heyşta girîng hesab kirine, ya ku derheqa pevguhartina dîladane.
Xeberdan usa jî derheqa hevkarîya nava goveka bêqezîyabûnê û ênêrgêtîkayêda, pirsên herêmêda, çûye”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button