Sereke

Welatîyên meye dîlketî wê ese paşda vegerin: Paşînyan

Borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê berbirîbûna berbi cimetê daye dîyrkirinê, wekî dîlên ermenîye li Adirbêcanê wê ese paşda vegerin. Bi serhevdaanîna axaftina xwe, ewî gotîye: “Bi serhevdaanîna xebera xwe ez dixwezim careke mayîn xeberên berdildahatinê bêjime endamên malbetên wan meriva, yên ku nava şerê 44 rojeda bûne cangorî. Ez xeberên piştgirîyê elamî wan malbeta dikim, merivên kîjana bêser-berate unda bûne.Wanra sebirê û qewînbûnê dixwezim, usa jî bona wan welatîyên me, yên ku dîl ketine û malbetên wanra dixwezim bêjim, wekî welatîyên meye dîlketî wê ese paşda vegerin û em gerekê qewatbin, ku paşdahatina wan bidine çareserkirinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button