Sereke

Armên Sargsyan derheqa pirsa lez azaberdana dîlên ermenîda bi namê berbirî sêkrêtarê Organîzeya Netewên Yekbûyî bûye

Serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan name ser navê sêkrêtarê Organîzeya Netewên Yekbûyî Antonîû Gûtêrêş şandîye.
Namêda hîmlî hatîye gotinê:”Sala 2O2O-î bona me hemûya saleke dijwar bû. Feqet, bona Ermenîstanê ew diha gelekî giran bû, çimkî 27-ê îlonê Adirbêcanê bi piştgirîya Tirkîyayê agrêsîya dijî Arsaxê destpê kir.
Nenihêrî wê yekê,wekî rûyê koronavîrûsêda qewilên giran pêşda hatibûn, nenihêrî wê banga We û elametîya gunehkarkirina zordarîya li zona dew-doza Qerebagê, nenihêrî bangên navnetewîye bona sekinandina şêr, serokatîya Adirbêcanêye leşkerî-sîyasî, bi zanebûn, sîstêmên sîvîl û binelî dikirine hedef, mafên mêriv û yê hûmanîtarîyî navnetewî pêpes dikirin.Rûyê vê yekêda bi hezara ciwan bûne cangorî, bi hezara seqet bûn, meriv ji malên xwe hatine cîşihitandinê û mîrata ermenîye dîrokî û çandî hate tunekirinê.
Wextê şêr û piştî şêr, qulixçîyên ermenîye leşkerî û binelîyên sîvîl dîl ketine, yên ku tên zêrandinê.
Anegorî elametîya 9-ê mijdarêye sêalî, Ermenîstanê hemû dîlên leşkerî paşda vegerandîye Adirbêcanê.Pevguhartina dîla anegorî prînsîpa “Hemû dewsa hemya” hatibû pevketinê, lê ew yek ji alîyê Adirbêcanê nayê hesabhildanê. Bi teribandina mafê hûmanîtarîyî navnetewî û mafê mêriv, niha Adirbêcan naxweze dîlên leşkerî û binelîyên sîvîl paşda vegerîne.
Ermenîstan ji hevalkarên navnetewî nava wê pirsêda hîvîya piştgirîyêye.
Ez berbirî We û Organîzeya Netewên Yekbûyî dibim, ku hemû mecalên pêwîst bêne xebitandinê, ku dîlên leşkerî aza bên berdanê û bê qezîya paşda vegerine Ermenîstanê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button