Sereke

Nava axaftina Baydênda xêncî xebera “komkujî” usa jî tiştekî mayîne girîng hebû: Şahan Gantaharyan

Axaftina serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Co Baydêne 24-ê nîsanê, bi gelek alîyava layîqî guhdarîyêye û dikare nava şuxulkarîya navnetewîda tiştên baş bide çareserkirinê. Derheqa wê yekêda rêdaktorê rojnama Libnanêye “Azdak”-ê, Şahan Gantaharyan gotîye.
“Nava axaftina Baydênê serokda, bi fikira min, gotineke girîng cîhê xwe girtîye, ya ku balkêşe û alîyên sîyasîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye der dide kifşê. Nava axaftina xweda, Baydên navê “Konstandnûpolîs” daye xebatê. Navkirina Stembolêye bi navê dîrokî sirîya xweda tiştekî dide kifşê. Ev yek rênîşeke girîng dide çareserkirinê, ya ji alîyê heleqetîyên Waşîngtonê û Enqerê”,-Gantaharyan gotîye. Bi gotina wî, navê “Konstandnûpolîs” wê serokatîya Enqerê nerihet bike, çimkî tê dîyarkirinê, wekî bajarekî Tirkîyayêyî sereke ne yê tirkîye û Waşîngton wê yekê bi dengê bilind dibêje. Ew yek dikare bibe menî, wekî gelek bajarên mayîn û usa jî topraxên mayîn Waşîngton dikare çawa ne yên tirkî bîr bîne,-Gantaharyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button