Sereke

Wezîreta pêşmerga bang dike ku Hewlêr û Begda li qezayên hevraqayîlnekirî hevkarîyê bikin

Wezîrê Kurdistana Îraqêye pêşmerga Şoriş Îsmayîl careke mayîn bangî hukumata Îraqa Fêdêral kirîye, bona ku tevayî pirsên bêqezîabûnê li wan nehîya helkin, yên ku di navbera Hewlêrê û Begdayêda hevraqayîlkirî nînin. Derheqa wê yekêd ewî wextê seredana li nehîya Germîyanê gotîye, li kîderê van axirîya rûyê derbgîhandina rokêtêda, binelîkî edil birîndar bibû.
Wezîr gotîye, wekî tevbûna serekwezîrê Îraqêye tevî vê pirsê lazime, bona ku merkezên tevayî, yên pêşmerga û eskerê Îraqê bi hevra opêrasîyona bidine koordînasîyakirinê.
Wextê hevpeyîna tevî “BasNews”-ê,gênêral Osman Rîşa gotîye, wekî hêzên pêşmerga tevî koalîsîyona navnetewî hevkarîyê dikin, ku têrîtorîyayên hevraqayîlnekirî ji DAÎŞ-ê biparêzin û bona wê yekê ku hevkarî kardarbe, lazime ku hêzên îraqî jî bighîjine wan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button