Sereke

Nava goveka aşîtîparêzîyêda emekê Ermenîstanê gelekî bilind tê qîmetkirinê: bayloza ŞAY-ye li Ermenîstanê

Piştgirîya ji alîyê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîda, ya ku bona Adirbêcanê tê dayînê, ya leşkerî nîne, lê ya bona piştgirîya antîtêrorêye, bona ku Adirbêcan nava karê çareserkirina sînorê tevî Îranê hazirbe û pirsên dijî têrorîzmê helke. Derheqa wê yekêda bayloza ŞAY-ye li Ermenîstanê Lîn Trêysîyê gotîye. Çi ku derheqa piştgirîya leşkerîye bona Ermenîstanêdane, yan jî frotana eşîyayên leşkerîdane, baylozê bîr anîye, wekî Ermenîstan endama Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîve û ew organîze ew teşkîlet nîne, wekî ŞAY endama wêye. ŞAY nikare alîkarîya leşkerî bide Ermenîstanê.
“Çi ku em tevî Ermenîstanê dikin, nava goveka hevkarîya leşkerî û bêqezîyabûnêda, ew mîsîyayên aşîtîparêzîyêye li Afganistanê, Kosovoyê û cîhên mayîne.Em tevayî xebitîne, ku karebûnên leşkerên ermenîye doxtirîyê bidine bilindkirinê. Emê wan telîma berdewamkin. Pevguhartinên nava goveka hazirkirina leşkerîda jî hene. Bernameke meye mayîn jî nava xwendina leşkerîdane, ya ku îzinê dide ku ofîsêr ji Ermenîstanê herin û li îdarên Ştatên Yekbûîye xwendina leşkerîda hazirbin”,- baylozê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button