Sereke

Serokê Tirkîyayê Rûsîya hêna padişê nava qetilkirinên cihûya û almanada gunehkar kirîye

Serokê Tirkîyayê Rêcêb Tayb Êrdogan piştî civîna hukumatê ne tenê derheqa komkujîya Ermenîda bi elametîyava pêşda hatîye, lê usa jî rexda himberîkirin tevî sîyasîya Rûsîyayêye hêna padişêda kirine.
“Wextê şerê hemcîhanêyî ewlin, li Rûsîya wî çaxî bi seda hezara alman û cihû hebûn, yên ku bona hevkarîya tevî eskerê almana hatine sirgûnkirinê.Diha rast, bin navê sirgûnkirinêda, piranîya van meriva nava xelayê, nexweşîya û halê giranda hiştin, yên ku wefat bûn”,-Êrdogan gotîye.
Em bîr bînin, wekî piştî axaftina serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Co Baydên, ya derheqa naskirina komkujîya Ermenîda, Êrdogan ew axaftin çawa ya “neheq û nerast” nav kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button