Sereke

Maykl Rûbîn: li ŞAY gumana xwe datînin ser dêzînformasîyayên derheqa kurdada

Şeva 24-ê nîsanê Tirkîyayê li nehîyên Metînê, Ava Şîn û Zapê opêrasîyona berfireh destpê kir û bi hesabhildana bêdengîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, înformasîya belav kirin, ku bona sê lîdêrên PKK-ê wê perên mezin bidin. Xebatkarê înstîtûta amêrîkî û xebatkarê Pêntagonêyî berê Maykl Rûbîn elam kirîye, wekî sîyasîya ŞAY gelekî hêdî tê guhartinê û cîda disekine. Rûbîn gotîye, wekî ji 25 sala zêdetir gelek nevsên amêrîkîye fermî înformasîyayên ji Tirkîyayê derheqa kurdada û PKK-da distînin, lê ew nayêne kontrolkirinê ku înformasîya yên rastin, yan na. Bi gotina wî, çi înformasîyayên ku derheqa PKK-da tên stendinê, encamên kampanîya tirkaye înformasîyayên nerastin. Maykl Rûbîn gotîye, wekî kampanîya profêsîyonal lazime bê destpêkirinê, ku ew hemû tişt bên guhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button