Sereke

Mîşûstîn: Bona Rûsîyayê hevkarîyên tevî Ermenîstanê bihane

Serekwezîrê Rûsîyayê Mîxayîl Mîşûstîn silavên ji alîyê serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn raberî serekwezîrê Ermenîstnê Nîkol Paşînyan kirîye û daye kifşê, wekî bona Rûsîyayê hevkarîyên biratîyêye tevî Ermenîstanê bihane û ew yên pirsale û stratêjîkin, RÎA Novostî elam dike.
“Berê ewlin dixwezim silavên germe ji alîê Vladîmîr Pûtîn raberkim,”,-wextê rasthatina tevî Paşînyan, Mîşûstîn gotîye.
Ewî daye kifşê, wekî bona Moskvayê hevkarîyên biratîyê tevî Yêrêvanê girîngin.
Bi gotina Mîşûstîn, piştî agirbesta li Qerbaga Çîya, elametîya qebûlkirîye ji alîyê serokên Fêdêrasîya Rûsîyayê, Adirbêcanê û Ermenîstanê mecalên mezin bona xebata tevayî vekirîye.
“Ew berê ewlin nava goveka êkonomîkî û dasekinandina transportêye, bona çêkirina rêyên obyêktaye nûye. Ew hemû mecala çê dike bona pêşdaçûyîna li Qafqasîyayê”,- Mîşûstîn daye kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button