Sereke

Derheqa sivderêda axaftin tune û nikare hebe: cîgirê serokê qulixdarîya bêqezîyabûna miletîyê derheqa pirsa “Sivdera Mêgrîyê”-da

Cîgirê serokê qulixdarîya Ermenîstanêye bêqezîyabûna miletîyê Stêpan Mêlkonyan dide bawarkirinê, wekî derheqa ” Sivdera Mêgrîyê”-da xeberdan tune û nikare hebe.Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, ewî gotîye, dema ku xeberdan derheqa wê yekêda çûye, ku Adirbêcan derheqa “Sivdera Mêgrîyê”-da dibêje.
“Ew dikarin gelek tiştî bêjin, lê derheqa sivderêda axavtin tune û nikare hebe”,- Mêlkonyan gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî koma bi serkarîya cîgirên serekwezîrên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanê mecalên rîya lêkolîn dike. “Derheqa tu sivderekêda xeberdan nikare hebe. Xeberdan dikare derheqa rêyên hesinîdabe, ku bara tranzît bidine derbazkirinê”,- cîgirê serokê qulixdarîya bêqezîyabûna miletîyê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button