Sereke

Kongrêsmênên amêrîkî qanûna derheqa dirêjkirina vîzayên şerkarên kurde ji Sûrîyayê raber kirine

Kongrêsmênên amêrîkî qanûna derheqa dirêjkirina vîzayên şerkarên kurde ji Sûrîyayê raber kirine, yên ku tevî hêzên amêrîkî dijî DAÎŞ-ê şer kirine.
Cêyson Kroû û Maykl Vals ew qanûn raber kirine. Bi vê qanûnê progirama bona vîzayên mîgrasîyone bona kurdên Sûrîyayê û malbetên wan tê dirêjkirinê. Projeya qanûnê cara ewlin sala 2O19-a hatibû pêşdakişandinê.
“Kurdên Sûrîyayê nava hincirandina DAÎŞ-da alî ŞAY kirine û roleke mezin nava şerkarîyêda lîstine”,-Vals gotîye.
“Hevkarên meye kurd emirê xwe kirine bin qezîyayê bona ku berjewandîyên ŞAY pêşda bibin û dijî dijminên me şerkin. Ew layîqî razalixîyêne. Kongrêsa ŞAY gerekê wan meriva qebûlke, yên ku tevî me li deşta şêr şer kirine”,-Vals gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button