Sereke

Meremê hukumatê heye usa jî frotana eşîyayên tirka bide qedexekirinê: Vahan Kêrobyan

Nava rojeva hukumata Ermenîstanêda pirsa vekirina sînorê tevî Tirkîyayê hê tune. Dewsa wê yekê meremê hukumatê heye sînorkirinên bona anîna eşîyayên ji Tirkîyayê bide dirêjkirinê. Derheqa wê yekêda borcbirê wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan gotîye.
“Hûn zanin, wekî emê qedexa anîna eşîyayên tirka bidine dirêjkirinê û diqewime em qedexa frotana wan eşîya jî bidine dirêjkirinê. Dêmek, girîng nîne ku ew eşîya kengê hatine, emê firotanê bidine sînorkirinê, çimkî bi hinek rîya dîsa ew eşîya tên”,-Kêrobyan gotîye.
“Dema ku bi dereca sîyasî qirara derheqa dasekinandina heleqetîyên sîyasîda bê qebûlkirinê, wî çaxî emê bicêribînin usa bikin, wekî êkonomîka me ji eşîyayên tirka parastîbe”,-Kêrobyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button