Sereke

Elîyêv careke mayîn gefa li cimeta ermenî duxwe: Tatoyan berbirî sîstêmên navnetewî dibe

Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan rûpelê xweyî fêysbûkêda careke mayîn axaftineke Îlham Elîêyêvê serok belav kirîye, kîjan hiznekirina hindava cimeta ermenîda didine kifşê.
Tatoyan daye dîyarkirinê, wekî bi hevpeyvîna serokê Adirbêcanêye 2O-ê nîsanê tê kifşê, wekî li Ermenîstanê û Arsaxê hemû merivên sade, temamîya cimeta ermenî barbar, faşîst û xirabkarin. Eva ew hevpeyvîne, bi kîjanê ewî derheqa temamîya binelîyên Ermenîstanêda xeberdaye û eşkere gef xwerine. Serokê Adirbêcanê nava hevpeyvînêda dabû dîyarkirinê, wekî “Nava dîroka hemcîhanêda gelek şer hebûne, lê şerê vî cûreyî bi dijminatî û barbarî nava dîrokêda tunebûye. Dijmin li ser vê topraxê hemû tişt wêran kirîye. Barbarîya ermenî tiştê nedîtîye. Heger himberî şerê cîhanêyî duem bikin, wî çaxî tiştê usa nedihate kirinê, heykel nedihatine wêrankirinê. Vî hemû tiştî em baş zanin. Faşîzma ermenî, faşîzma li hemû welata girantire”,-Elîyêv gotîye. Ewî careke mayîn bi şêrva gef li cimeta ermenî xwerîye û gotîye, wekî li Ermenîstanê hinek qewatên rêvanşîst serî bilind dikin û ew gerekê bizanibin, ku her dem “Dema ku lazimbe, serê wan wê bê pelçiqandinê”.
“Em nikarin îzinê bidin, wekî Ermenîstan eskerê xwe bighîne dereceke usa, ku bona me qezîyayê raberke. Heger em tiştekî usa bibînin, emê careke mayîn tune bikin. Vekirina “parka” leşkerî, ya ku li Ermenîstanê qalme-qalm bilind kirîye, bi meremekîye bona ku cimeta Adirbêcanê barbarîya ermenî bîr neke. Em gerekê wê yekê bîr nekin.Emê tu cara bîr nekin. Bila hemû kes wê yekê bizanibin”,- Elîyêv gotîye.Parêzerê mafên mêriv Arman Tatoyan careke mayîn guhdarîya sîstêmên navnetewî telîfî li ser axaftinên serokê Adirbêcanê dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button