Sereke

Wezîrê Tirkîyayêyî karên hundur rojnama opozîsîyon nava pêwandîyên tevî PKK-ê gunehkar kirîye

Wezîrê Tirkîyayêyî karên hundur Silêman Soylû nava wê yekêda şikber bûye, wekî rojnama opozîsîyayêye Bîrgyûmê piştgirî daye PKK-ê. Hatîye dîyarkirinê, wekî bersiva Soylû miqala rojnamêva girêdaîye, kîjanêda hatibû dîyarkirinê, wekî wzîrê kirîn-frotanê Rûxsar Pêkan destpêka mehêda ji xebatê hatîye derxistinê û ewî mala xwe kîsî dewletê çê kirîye. Bona wê yekê jî Soylû qirar kirîye, rojnamê ne tenê nava bugdanbêjîyêda, lê usa jî bona sîmpatîya hindava PKK-ê gunehkarke. Bi gotina prêssa tirkî, bona Soylû ew yek bûye tiştekî sade, ku wan hemû opozîsîyonêra û rexnekira gunekarke û bêje, ku ew PKK-va girêdayîne. Rojnamê usa jî daye dîyarkirinê, wekî dawîya sala derbazbûyî, Soylû rojnamevanek gunekar kirîye û gotîye wekî ew tevî PKK-ê nava hevkarîyêdane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button