Sereke

Sînorên Ermenîstana serbeste naskirî bi temamî tê xweykirinê: Vagarşak Harûtyûnyan

Borcbirê wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Vagarşak Harûtyûnyan daye bawarkirinê, wekî sînorên Ermenîstana serbeste naskirî bi temamî tê xweykirinê. Derheqa wê yekêda wextê dayîna bersivên pirsa, Vagarşak Harûtyûnyan gotîye.
“Ew sînorê ku Yektîya Sovyêtê têra hatibû dîtinê û sînorê Ermenîstana serbeste naskirîye, bi temamî tê xweykirinê. Hene cîh, li kîderê alîyê me 5O-î mêtrî pêşdanin, lê hene cîh ku wekî mayîne. Ev yek bi wê yekêva girêdayîye, wekî tabîyê nikarin cîhyekî usa daynin, wekî bikaribin bêqezîyabûnê û kontrolê bidine çareserkirinê”,- Harûtyûnyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button