Sereke

Li Ermenîstanê wê dika êlêktronî ya bona xebatkarên welatîyên bîanîye li Ermenîstanê bê sazkirinê

Guhartinên hukumatêye pêşnîyarkirî girêdayîne wê yekêra, ku li Ermenîstanê dika êlêktronîye tevayî sazkin, ya bona welatîyên bîyanîye li Ermenîstanê, yên ku derbazî ser xebatê dibin. Derheqa wê yekêda wezîrê serkarîkirina têrîtorîya û serokê qulixdarîya mîgrasîyon Armên Gazaryan li parlamêntê gotîye. Bi gotina wî, bi vê yekê wê înformasîyayên rast derheqa welatîyên bîyanîda hebin, yên ku li Ermenîstanê derbazî ser xebatê bûne. “Bi wê yekêva tevayî guhastin nava wê yekêda hatîye kirinê, wekî bi cûrê êlêktronî li ser hîmê wê yekê welatîyê bîyanî statûsa mayîna li welêt distîne”,-Gazaryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button