Sereke

Adirbêcanê bi fermî hejmara wefatbûyên nava şêrda elam kirîye

Wextê şerê Qerebagê hejmara qulixçîyên azêrîyaye leşkerîye ku nava şêrda wefat bûne, gihîştîye 2895 merivî, lê 19 meriv çawa undabûyî tên hesabê. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Adirbêcanêye parastinê elam kirine. Hatîye dîyarkirinê, wekî gera merivên bêser-berate undabûyî berdewam dibe. Meha çile Adirbêcanê elam kiribû, wekî zyana leşkerê wê gihîştibû 2855 merivî.
Em bêjin, wekî anegorî hesabên nefermî, Adirbêcanê wextê şerê Arsaxêyî dawîyê nêzîkî deh hezar leşker unda kirine. Serekwezîrê Ermenîstanê 14-ê nîsanê elam kiribû, wekî ji alîyê ermenîya 3621 cangorî hene û 321 jî bêser-berate unda bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button