Sereke

Li Girê Sipî serwêrê kirêkirîyên DAÎŞ-ê hatîye kuştinê

Anegorî înformasîyayên stendî, serwêrê kirêkirîyên DAÎŞ-ê, yê bi navê Mîsab Al Bedir, nava encamê teqîna balonê gazêda, li nehîya Al Mûntbaxê, li kantona Girê Sipî hatîye kuştinê. Mîsab piştî wê yekê ketibû Girê Sipî, wextê ku eskerên tirka sala 2O19-a ketine Girê Sipî. Hatîye ragîhandinê, wekî Mîsab endamê koma “Tamasîh”-e û ewî dijî binelîyên edil xirabkarî mîyaser kirine.Hatîye dîyarkirinê, wekî ew nava DAÎŞ-da, cêrge qulixada, cîhê xwe girtîye. Ew sala 2O15-a, piştî wê yekê, wextê ku komên YPG-ê ew cîh aza kiribûn, revîbû Tirkîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button