Sereke

Mesûd Barzanî û şêwirmendê Îraqêyî bêqezîyabûna miletîyê qezîya ji alîyê DAÎŞ-da, ya li nehîyên hevraqayîlnekirî gotûbêj kirine

Lîdêrê kurd û serokê partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî li Hewlêrê dêlêgasîya Îraqêye bi serkarîya şêwirmendê alîyê bêqezîyabûna miletîyê Qasim Al Aracî qebûl kirîye.Wextê hevdîtinê, li kîderê usa jî çend fermandarên îraqîye derecebilind hazir bûne, alîya bûyarên van dawîya û qezîyayên hertimî gotûbêj kirine, yên ku ji alîyê DAÎŞ-da li wan nehîyên kurdaye hevraqayîlnekirî tên teşkîlkirinê.Mesûd Barzanî û Aracî derheqa girîngîya hevkarîya pêşmerga û hêzên îraqîye nava şerkarîya dijî têrorîzmê dane dîyarkirinê. Usa jî pêwandîyên dualîye di navbera Hewlêrê û Begdayêda, halê li Şengalê hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button