Sereke

Wezîreta Tirkîyayêye parastinê xebera “komkujî” daye xebatê, dema ku bersiva qirara Latvîyayê daye, lê paşê ew nivîsar resît kirîye

Wezîreta Tirkîyayêye parastinê rûpelê xweyî Twittêrêda xebera “komkujî” daye xebatê, dema ku bersiva qirara parlamênta Latvîyayêye derheqa naskirina komkujîya Ermenîda daye, paşê piştî çend deqa, ew nivîsar resît kirîye. Derheqa wê yekêda malpera yûnanîye Greek City Times-ê nivîsîye.
“Em qirara parlamênta Latvîyayêye derheqa komkujîyêda înkar dikin û nas nakin”,-rûpelê wezîreta Tirkîyayêye parastinêda hatîye nivîsarê. Malpera yûnanî nivîsîye, wekî cara ewline wextê ku Enqere xebera “komkujî” dide xebatê, ji kîjanê xwe dûr dixe, û tiştekî nesadeye, wekî ew xeber wezîreta Tirkîyayêye parastinê daye xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button