Sereke

“Ez hazirim bême lêpirsînkirinê”: Nîkol Paşînyan

Bona zelalkirina şuxulkarîya hevraxeberdanên Arsaxê û menîyên şerê 44 roje, gerekê lêpirsîna tam bê derbazkirinê. Derheqa wê yekêda borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye, wextê ku ewî bersiva pirsên parlamêntvana daye.
“Ez dixwezim wekî ev yek usa jî bibe borcdarîya me, wekî em wê rojevê bi hûrgilî qebûl dikin. Serekwezîr jî gerekê bê lêpirsînkirinê û ez hazirim bona wê yekê, çimkî tu tiştekî veşartinê tune”,-ewî gotîye.
Paşînyan pêşnîyar kirîye, wekî pirseke parlamênta nû gerekê bibe sazkirina komîsîya lêpirsînkirinê, ya şuxulkarîya hevraxeberdana û şerê 44 roje.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button