Sereke

Paşînyan têberdan û destanîna here mezin nava sê salada da dîyarkirinê

Borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê têberdana xweye here mezine nava sê salên serkarîkirina xweda, şerê 44 roje û bûyarên dora pirsgirêka Qerebagê hesab dike. Derheqa wê yekêda Paşînyan wextê civîna parlamêntê gotîye.
“Pirsgirêka meye here mezin şerê 44 rojeye û ew bûyarin, yên ku dora pirsa Qerebagê qewimîne. Bi taybetî piştî şerê 44 roje, ez paşda vedigerime sala 2O18-a û dicêribînim hemû tiştî ji nûva bidime ser hev.Bi fikira min, sala 2O18-a em nava pirsa Qerebagêda ji xala kifşkirî derbaztir bibûn”,-Paşînyan gotîye.
Bi gotina borcbirê serekwezîr, destanîna here mezin ew wê yekê hesab dike,wekî welatîyê Ermenîstanê xwe çawa xudanê welêt hesab dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button