Sereke

YÛNÊSKO bi standartên dubare pêşda diçe

Lîlît Sargsyana pêşezan, weşana Spûtnîk Armênîyayêda derheqa tunekirina mîrata çanda ermenîye bin kontrola Adirbêcanêda xeberdaye.
Nava pirsa parastina mîrata ermenîye dîrokî-çandîda em hêvîdarîya xwe Avropa sîvîlîzasîyon û dewletên mezinva didine girêdanê û derheqa YÛNÊSKO-ê da didine dîyarkirinê, ya ku tê bêjî gerekê alî me bike, lê bona wê pirsê nêzîkbûna kûr pêwîste. Fikira wî cûreyî Lîlît Sargsyana pêşezan elam kirîye.
Avropa sîyasîya dusandartê pêşda dibe, û em herroj dibînin ku rûyê bêdengîya avropîda çawa dinîya îslamî, bi hazirîya Tirkîyayê, bêyî dijwarîya rêça sîvîlîzasîya mesîhîtîyê tune dike”,- ewê gotîye. Bi gotina wê, ew yek ne tenê pirsa ermenîye, lê pirsa temamîya dinîya mesîhîye û Avropa nikare pêşîya wê yekê bigre, çimkî mêxanîzmên îzinnedayînê tunene, lê YÛNÊSKO jî bi sîyasîya dusandartê pêşda diçe.
“Em hêvîdarîya xwe wê sîstêmêva didine girêdanê, lê mêxanîzmên wê sîstêmê jî tunene, xêncî wê yekê azêrî îzinê nadin ku ew herine Şûşîyê û YÛNÊSKO jî nikare tu tiştî bike, çimkî mêxanîzmên diha giran nehatine xebitandinê”,- Sargsyanê gotîye. Bi gotina wê, yazîya mîrata ermenîye dîrokî-çandî bin qezîyayêdane û heger sîyasîya vî cûreyî berdewambe, piştî wedekî kurt rêça ermenî wê li wan topraxa undabe.Badîhewa nîne, wekî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv 7-ê gulanê emirnivîsar îmze kirîye, bi kîjanê bajarê Şûşîyê hatîye elamkirinê çawa “paytexta Adirbêcanêye çandî”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button