Sereke

Vekirina rêyên transportê ne tenê bona herêmê girînge: Lavrov

Vekirina rêyên transportê û çêkirina çiqlên nû dikarin heleqetîyên Yêrêvanê û Bekûyê bidine milahîmkirinê. Derheqa wê yekêda wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov li Bekûyê elam kirîye. Bi gotina wî, komîsîya sêalî vî alîda dixebite, hemû rê tên lêkolînkirinê.
Bi gotina Lavrov, çiqlên transporta Qafqasîya Başûr dikarin ne tenê li herêmê, lê ji herêmê der jî rola girîng bilîzin. Rîya hesinîye nava Nexçêvanêra wê mecalê bide ku rîya Ermenîstanêye hesinî bighîje rîya Îranêye hesinî. Derheqa wê yekêda pêşezanên ermenî dibêjin û derheqa alîyên baş û xirabda didine dîyarkirinê.
“Em hewaskarin ku heleqetîyên Adirbêcanê û Ermenîstanê başbin. Em difikirin, wekî xebatên li ser alîyê êkonomîkayê atmosifêra optîmal saz dikin”,-Lavrov gotîye.
“Piştî îmzekirina dokûmêntê, koma bi dereca cîgirên serekwezîrên Adirbêcanê, Ermenîstanê û Rûsîyayê gavên mezin avîtine.Ez dikarim bêjim, wekî rîya hesinî wê bê vekirinê. Adirbêcanê hemû borcdarîyên xwe biqedîne”.
Ji alîkîva, Elîyêv derheqa rîyada dibêje, lê ji alîkî mayînva jî elam dike, wekî li Nexçêvanê firegeha leşkerîye nû wê bê vekirinê. Bi çiqasîva ev herdu înîsîyatîv nêzîkî hevin? Piştî şêr Adirbêcan sîyasîya xweye agrêsîv berdewam dike. Derheqa wê yekêda Taron Hovhannîsyanê azêrîzan dibêje.
Elîyêv usa jî gotîye, wekî xudîyê rîya Ermenîstanêye hesinî Rûsîyaye û bo wê yekê jî Bekû pirsa vekirina rîya tevî Rûsîyayê gotûbêj dike.
“Serkarîkirina wê ya Ermenîstanêye. Ez dikarim meselê bînim: gaz ya alîyê rûsaye, lê serkarîkirin destê medaye, kîjanê em baş nadine xebatê. Nava pirsa rîya hesinîda jî ew didine xebatê, lê rêjîma koordînasîyakirinê ya meye”,-êkonomîzan Ara Karyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button