Sereke

Hêzên pêşmerga êrîşa DAÎŞ-ye li Germîyanê paşda dane

Êvara 11-ê gulanê, hêzên Kurdistana Îraqêye pêşmerga, êrîşa DAÎŞ-ye li nehîya Germîyanê paşda dane. Hatîye ragîhandinê, wekî têrorîsta di navbera gundên Balagayê û Omer Bîlê êrîş birîye ser pêşmerga. Pêşmergek birîndar bûye, yê ku paşê li xestexwenê wefat bûye.
Nava du hevtîyên dawîda, eva êrîşa dueme ku DAÎŞ-ê birîye ser pêşmerga. 1-ê gulanê cîhadîsta hêzên pêşmergaye li başûrê Hewlêrê dane ber gula, nava encamê kîjanêda sê şerkarên kurd bûne cangorî û dudu jî birîndar bûne. Van axirîya li nehîyên di navbera Hewlêrê û Begdayêye hevraqayîlnekirî têrorîstên DAÎŞ-ê aktîv bûne, û lîdêrên kurd bang dikin ku hêzên îraqî û hêzên pêşmerga hevkarîyê bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button